Serokê Amerîkayê Joe Biden di 8ê mehê de li Qesra Spî fermanek îmze kir û ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îtxalkirina petrol, gaza xwezayî ya şilekirî û komirê Rûsyayê ji ber Ukraynayê qedexe kiriye.
Fermana rêveberiyê her wiha destnîşan dike ku qedexe ye ku kes û saziyên Amerîkî veberhênanên nû li pîşesaziya enerjiyê ya Rûsyayê bikin, û qedexe ye ku welatiyên Amerîkî ji bo pargîdaniyên biyanî yên ku li Rûsyayê di hilberîna enerjiyê de veberhênanê dikin fînanse an garantî bidin.
Biden di heman rojê de li ser qedexeyê gotarek pêşkêş kir. Ji aliyekî ve, Biden tekezî li ser yekîtiya Amerîka û Ewropayê li ser Rûsyayê kir. Ji aliyê din ve, Biden îşaret bi girêdayîbûna Ewropayê bi enerjiya Rûsyayê jî kir. Wî got ku aliyê Amerîkî ev biryar piştî şêwirmendiyek nêzîk bi hevalbendên xwe re daye. "Dema ku em vê qedexeyê pêş dixin, em dizanin ku dibe ku gelek hevalbendên Ewropî nikaribin tevlî me bibin".
Biden her wiha qebûl kir ku her çend Dewletên Yekbûyî qedexeya sizayan ji bo zextê li ser Rûsyayê bikar tîne jî, ew ê bedela wê jî bide.
Di roja ku Biden qedexeya petrolê li ser Rûsyayê ragihand de, bihayê navînî yê benzînê li Dewletên Yekbûyî ji Tîrmeha 2008an vir ve rekorek nû şikand, û gihîşt 4.173 dolar serê galonê. Li gorî Komeleya Otomobîlên Amerîkî, ev hejmar ji hefteyek berê 55 sent zêdetir e.
Herwiha, li gorî daneyên rêveberiya agahiyên enerjiyê ya Amerîkayê, di sala 2021an de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nêzîkî 245 milyon bermîl petrola xav û berhemên petrolê ji Rûsyayê îtxal kiriye, ku ev rêje li gorî sala borî %24 zêde bûye.
Qesra Spî di daxuyaniyekê de roja 8ê mehê got ku ji bo rêgirtina li bilindbûna bihayên petrolê, hikûmeta Amerîkayê soz daye ku di vê sala darayî de 90 milyon bermîl rezervên stratejîk ên petrolê berde. Di heman demê de, ew ê hilberîna navxweyî ya petrol û gazê li Dewletên Yekbûyî zêde bike, ku tê payîn ku sala bê bigihîje asteke nû.
Di bersiva zexta bilindbûna bihayên petrolê yên navxweyî de, hikûmeta Biden di Mijdara sala borî de 50 milyon bermîl û di Adara îsal de jî 30 milyon bermîl ji rezervên stratejîk ên petrolê berdan. Agahiyên Wezareta Enerjiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşan dan ku heta 4ê Adarê, rezervên stratejîk ên petrolê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daketine 577.5 milyon bermîlan.
Dema weşandinê: 14ê Adarê, 2022
